Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e 2021-07-26 21:09:40   KOCAELÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser girîngiya ekîtiya neteweyî ya kurd û got: "Hê jî ne dereng e. Êdî dema yekîtiya kurdan hatiye."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya bernameya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Kocaeliyê piştî hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re, tevli hevdîtina bi gel re bû. Hevdîtin li hêwaneke dawetan çêbû. Bûldan, li hêwana dawetê bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de tim dirûşmeyên "HDP gel e, gel li vir e", "Dê gel bi ser bikevin", "Soz ji bo Denîzê, dê aştî bê" hatin berzkirin.    Di hevdîtinê de ewilî Hevserokê HDP'a Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga axivî û destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin dê çokê danenin. PIştî Akboga, Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî. Gergerlîoglû jî destnîşan kir ku îqtidar dixwaze vîna gelê kurd binpê bike, lê belê dê nehêlin.    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan, siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û got: "Bila gelê me qet meraq neke, dê ev hevalên me yên rehîn hatine girtin di nêz de azad bibin."    BERXWEDAN LI DIJÎ ÊRÎŞAN    Bûldan, bal kişand ser êrîşên li ser HDP'ê û bal kişand ser doza girtinê ya derbarê HDP'ê de, fezleke, lêpirsîn û doza Kobaniyê. Bûldan got: "Dê gel nehêle ev partî bê girtin. Armanca wan, siyaseteke bê HDP'ê ye. Lê HDP li vê axê zexim zîl dayye, qurifandina wê ne pêkan e. Her ku ew êrîş dikin, em bêtir xurt dibin û wêrek dibin. Kesên dixwazin partiya me bigirin, bila werin Kocaeliyê û bibînin ku girtina wê ne pêkan e."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD    Bûldan, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd jî û got: "Helbet, yekîtiya kurdan girîng e. Ez careke din meseleya yekîtiya neteweyî destnîşan dikim. Divê çêbibe. Hêzên demokrasiyê jî divê xwedî helwesteke hevpar bin. Heger kurd yekîtiya xwe çêkiribûna, dê niha bi êrîşên nîjadperest nehatana kuştin. Dê ziman û nasnameya wan ev qasî nehatana qedexekirin. Hê jî ne dereng e. Êdî dema yekîtiya kurdan hatiye. Demildest divê gav bên avêtin."    TECRÎD    Bûldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibin, ji lew re tecrîd bandoreke pir neyînî li seranserê Tirkiyeyê kiriye. Bûldan got: "Divê li tu girtîgehê tecrîd pêk neyê. Li dijî vê neheqiyê, divê em têkoşîna xw exurt bikin. Çawa em ji bo derketina Gergerlîoglû têkoşiyan, ji bo azadiya hevalên me yên din jî divê em bitêkoşin. Ji xeynî serketinê tu alternatîfek me tune ye. Di têkoşîna aştî û demokrasiyê de rêya me hemûyan vekirî be."    Hevdîtin bi stranan û govendgerandinê bi dawî bû.