GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin 2021-07-26 13:40:24   STENBOL - GOÇÎZDER'ê, îşaret bi zêdebûna êrişêm nîjadperest ên li dijî kurdan û penaberan kir û da zanîn ku hewlesta desthilat û muxalefetê ya li dijî êrşan şaş e û daxwaz kir ku çareseriyeke bingehîn bê dîtin.    Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), derbarê êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan û penaberan de daxuyaniyeke nivîskî da. Komeleyê, di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser hejmara penaberên li Tirkiyeyê û da zanîn ku di demên dawî li bajarê Wanê ji ber hatina penaberên afgan hejmara penaberan zêde bûye û li dijî penaberan sîqilandinê nîjadperestiyê dest pê kiriye. Komeleyê, destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina bûyeran bi qasî desthilatê berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê û weke rêxistinên sivîl çareserkirina pirsgirêka penaberan ji bo wan jî pêwîst e.   ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN ZÊDE BÛN   Komeleyê, diyar kir ku bi êrişên li dijî penaberan re êrişên li dijî kurdan ên demekê ji bakurê Kurdistanê koçî bajarên Tirkiyeyê bûne jî zêde bûne û ev tişt got: "Bi qasî ku em dişopînin hin parlamenter û çapamenî vî zimanî bi pêş dixin û pêşî li êrişên nîjadperest vedikin. Lê kesên ku vê dikin divê bizanibin ku ji mirinên sibê biqewimin ew ê berpirsyar bin. Em kes, sazî û çapameniya ku hedef nîşa dide şermezar dikin û careke din dubare dikin ku li cem HDK, ÎHD û baroyan e."