Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye 2021-07-26 13:33:55   ÊLIH - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca aqûbeta cenazeyên li Efrînê ji goristanê hatin derxistin ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ya ji Karên Derve bepirsiyar derxistina cenazeyên şervanên YPG, YPJ’ê û sivîlan ku ji Goristana Avesta ya Efrînê hat derxistin bir rojeva Meclîsa Tirkiyê. Ûca bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pêşniyazpirsê bibersivîne pêşkêşî Meclîsê kir. Ûca di pêşniyazpirsê de bal kişand ser rûxandina goristana li gundê Şêxorzê ya bi ser Efrînê ve û got kevirên goran ku hatine texrîb kirin ji aliyê wan çekdaran ve hatine firotin û li hewşên malên xwe bikar anîne. Her wiha Ûca di pêşniyazpirsê de cih da dezenformasyona “gora komî” ya Ajansa Andolûyê jî.    Ûca derbarê rûxandina goristanê û aqûbeta cenazeyan de pirs ji Oktay kirin û xwest li tavilê bibersivîne.