Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim 2021-07-26 12:11:18   RIHA - Emîne Şenyaşar a 140 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” nobetê digire wiha got: “Heta kurê min neyê berdan ez ji vir naçim.”    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 140’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber betlaneya cejnê hefteyek şûn ve hatin ber Edliyê û carek din çalakiya xwe domandin û daxwaza edaletê kirin.    'HETA KU LAWÊ MIN WERE BERDAN…’    Emîne Şenyaşar derbarê çalakiya nobetê de axivî û got: “140 roj in em li edaletê digerin. Me di vê pêvajoyê de gelek neheqî dît. Polîs her tim me dişopînin. Ez carek din dibêjim, heta ku lawê min bernedin, ez ê ji vir neçim tu cihî. Beriya ez bimirim dixwazim lawê xwe bibînim.”    DI BIN GERMA 45 PILEYA WÊ HEYE NOBET    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî got: “Dayika bi ser 65 salî re 140 roj in tevî 45 pileya germê jî li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye. Ya edalet an jî mirin dikare min ji vir rake. Serdozger her roj bi wesayîta xwe ya luks di ber dayikê de derbasî meqamê xwe dibe.”