Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne 2021-07-26 11:18:41 STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Girtîgeha Îmraliyê şiband “bîrek bêbinî” û got: “Bêhiqûqiya li Îmraliyê li tevahiya welat belav dibe. Êdî pirsgirêkek dewleta hiqûqê ya Tirkiyê heye. Li Îmraliyê ‘h’ya hiqûqê jî nîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve heta niha yanî 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F di bin tecrîdê de tê ragirtin. Bi taybetî tecrîda li ser Ocalan, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi astengkirina çûyîna parêzeran hatiye kûrkirin ango girankirin. Di navbera salên 2011’an û 2016’an de bi hêcetên “keştî xera bûye” û “muxalefetiya hewayê” destûra parêzeran nehat dayîn. Piştî sala 2016’an bi hêceta derbarê Ocalan de qedexeyên hevdîtina 3 meh an jî 6 meh hatin nîşandan çûyîna parêzeran hat astengkirin.    DI 10 SALAN DE 5 HEVDÎTIN    Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an cara ewilî parêzerên Ocalan, di 2-22’ê gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê û bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ya ku pêşiya çûyîna parêzeran vekir jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan bû. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di 16’ê gulana 2019’an de gotibû “Li pêşiya qedexeya hevdîtinê di warê hiqûqî de tu astengî nîne.” Tevî vê daxuyaniya Gul jî parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve tên astengkirin. Tenê ne astengkirina parêzeran, destûr nayê dayîn ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên li cem Ocalan tên ragirtin biçin hevdîtinê. Li ser rewşa tenduristiya Ocalan di raya giştî de guman zêde bûn û herî dawî di 25’ê Adarê de destûr hat dayîn ku Ocalan û birayê xwe Mehmet Ocalan bi telefonê bi hev re biaxivin. Lê telefon di nîvî de hatibû qutkirin û hevdîtin neçûbû serî.    Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ku herî dawî di meha mijdara sala 2011’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtinê pêk anîbû têkildarî tecrîda tê kûrkirin û astengkirina parêzeran ji ajansa me re axivî.    ‘HEVDÎTIN BI AWAYÊN KÊFÎ TÊN ASTENGKIRIN’    Bîlmez bi bîr xist ku Ocalan di hevdîtinên xwe yên herî dawî de jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane ew amade ye û lê belê guh û çav ji vê bangê re hatine girtin. Bîlmez got di her hevdîtinek bi Ocalan re babeta sereke çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Bîlmez da zanîn ku divê dewlet guh bida bangên Ocalan lê belê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve êdî ew ketin wê rewşê ku nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin û ev hevdîtin bi awayên kêfî tên astengkirin.    ‘BI ASTENGKIRINA PARÊZERAN, DIXWAZIN FIKRÊN OCALAN JI CIVAKÊ QUT BIKIN’     Bîlmez bal kişand ser pêşbîniyên Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan aktorê herî polîtîk û asta wî herî bilind ê ku di Rojhilata Navîn de pêşiya xwe dibîne ye. Kes pêşbîniyan nabîne lê ew ewilî dibîne. Heke hişyariyên wî dikir li ber çavan bihatan girtin, wê niha rewş ne ev bûya. Ji ber xemsariya ku rayedaran îro encam li ber çavê me hemûyan e. Xwestin bi astengkirina parêzeran, deng û fikrên Ocalan ji civakê qut bikin.    REWŞA AWARTE LI ÎMRALIYÊ  TÊ SEPANDIN    Dewletê tu carî li Îmraliyê destûr neda ku gelek şande û parêzer biçin Îmraliyê. Demek parêzer şand, malbat şand û demek jî şande şand. Demek jî parêzer şand. Lê ev hemû hatin qutkirin. Yanî dema ku parêzer diçûn, destûr nedihiştin siyasetmedar û nûnerên rêxistinêncivakî biçin. Dema ku siyasetmedar çûn destûra parêzeran nehat dayîn. Piştî ku çûyîna şandeya siyasî ya cem Ocalan hat astengkirin, tecrîd hat kûrkirin. Tecrîda girankirî ku li tu deverê nehatiye dîtin dest pê kir û didome. Dixwazin bi vî awayî girêdana Ocalan û civakê ji hev qut bikin. Bi salan e dewlet hêcet bêbinî û nehiqûqî nîşanî me dide û nahêle em biçin cem miwekîlê xwe. Rewşa Awarte y herî giran li Îmraliyê tê sepandin.    LI ÎMRALIYÊ BI TEMAMÎ HIQÛQ HATIYE XETIMANDIN    Li Îmraliyê tiştek bi navê hiqûqê nîne. Em nikarin behsa hiqûqê bikin. Li Îmraliyê hiqûq bi temamî hatiye xetimandin û astengkirin. Bêhiqûqiya li Îmraliyê li tevahiya welat belav dibe. Êdî pirsgirêkek dewleta hiqûqê ya Tirkiyê heye. Li Îmraliyê ‘h’ hiqûqê jî nîne. CPT raporek weşand, lê dewletê bi ‘cezayên dîsîplînê’ yên nû bersiv da. Dadgehê bi biryara qedexekirina çûyîna parêzeran biryarên nû girt.    HIQÛQ TESLÎMÎ ÇETEYAN HATIYE KIRIN    Îro welat ketiye astek xerab û di bingeha vê xerabiyê de jî neçareserkirin heye. Ev yek jî dewletê adeta ji hiqûqê dûr dike û teslîmî çeteyên îllegal dike. Me di demên berê de jî viya dît. Yanî kengê dewlet bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî meseleya kurd bibe, her tim çeteyên wiha mafyakar derdikevin holê û li ser kar in. Heke niha bihiştana hevdîtin çêbibûya wê birêz Ocalan li ser vê yekê pêşbînî û fikrên xwe bigota û her tişt zelal eşkere bikira ku ev yek çima diqewime.    BILA LI TAVILÊ TECRÎD RABE    Daxwaza me pir zelal e. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin agahî jê bigirin û rewşa tenduristiya wî hîn bibin. Divê birêz Ocalan jî wek her kesê li Tirkiyê ji vî mafê heyî sûdê werbigire. Em dixwazin wek parêzeran jî wezîfeya xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin li tavilê vê tecrîdê girankirî ji holê were rakirin.”   MA / Ferhat Çelîk