Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe 2021-07-26 09:00:10 MÊRDÎN – Derket holê ku Fermandarê berê yê Qereqola Dara Nîhat D. çixareyên “qaçax” ku bi cerdevanan re desteser kiriye firotiye leşkerên qereqolê û doz lê hatiye vekirin. Di pêvajoya ku darizandin didome de fermandar li peywira xwe hat vegerandin û derbarê wî de “pêwistî” cezayê dîsiplînê nehat dîtin.  Derket holê ku Fermandarê berê yê Qereqola Dara ya Naveçeya Artûklûyê ya Mêrdînê Nîhat D. çixareyên “qaçax” ku bi hin cerdevanan re desteser kiriye firotiye leşkerên qereqolê û ji ber vê ji peywirê hatiye girtin. Bûyer, li ser pirsa rewşê ya ajokarê otobusa rêwiyan ku çixare di otobusê wî de hatibû desteserkirin derket holê. Di sala 2019’an de ajoker rewşê ji dozgeriyê re radigihîne û pirs dike ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na. Li ser îfade dayîna ajokar lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî lêpirsînê hat tespîtkirin ku Fermandarê Qereqolê Nîhat D. heta sala 2017’an çixareyên ku divê bên îmhakirin îmha kiriye û yên piştî vê demê jî bi hin cerdevanan re derxistiye peyasê.    SAETÊN KONTROLÊ RAGIHANDIYE   Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê fermandar Nîhat D. û cerdevan Memdûh K., Bedran S., Mehmet Z.B., Velî Ç., keyayê berê Îbrahîm û firoşkerê çixareyan Hamdûllah S. de bi sûcdariya “Qaçaxtiya alqol û çiareyê” dozname tê amadekirin. Di doznameyê de hatiye tespîtkirin ku fermandar Nîhat D. bûyeran organîze kiriye. Dîsa hatiye tespîtkirin ku ji bo wesayîtên çixare di wan de neyên girtin Fermandar Nîhat D. saetên kontrolê ji ajokaran re ragihandiye.   LI ODEYA XWE BI CIH KIRIYE   Li gorî doznameyê; Di navbera salên 2015-2017’an de bi hezaran qarton çixare hatine desteserkirin lê bi fermana Fermandara Nîhat D. ne li cihê bûyerê li qereqolê hatin hejmartin. Çixareyên ku di girtekê de kêm hatine nîşandan li depoya qereqolê hatine bicihkirin. Miqaderek çixare jî di nav poşetan de li odeya Fermandar Nîhat D. hatine bicihkirin. Ev çixare ji aliyê Cerdevan Memdûh K. ve ji odeya Fermandar Nîhat D. hatine derxistin û li peyasê hatine belavkirin.    XEBERBÊJ Û LEŞKERAN JÎ PIŞTRAST KIR   Di doznameyê de cih ji gotinên leşkerên ku li qereqolê leşkerî kirine re jî hatiye veqetandin û leşker dibêjin ku Fermandar Nîhat D. bi rêya xeberbêjê xwe çixare firotiye wan û angaşt kiriye çixareyên erzan ji dikanekê tîne û têde wan. Xeberbêj jî vê li xwe mikur hatiye û gotiye ku dema hevdîtinên xwe Fermandar Nîhat D. binî meşe, kursî û sehpeyan pê daye kontrolkirin.    FERMANDAR FÊM NEKIRIYE!   Dema ku lêpirsîn tê destpêkirin fermandar Nedîm D. bi gumanbarên din re tê binçavkirin û piştre tê berdan. Fermandar Nîhat D. sûcdariyên li xwe red kir û angaşt kir ku dema fermandarî kiriye qereqola wî qereqola “herî serkeftî” bûye û ji ber vê xelatan girtiye û tênagihîje ku leşkeran çima li ser îfade dane.    LI PEYWIRA XWE HAT VEGERANDIN   Piştî qebûlkirina doznameyê darizandina bersûcan li 1’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Mêrdînê hat destpêkirin. Danişîna herî dawî ya darizandina ku didome di nîsana 2021’an de hat dîtin. Piştî ku ji peywirê hat girtin Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan derbarê Fermandar Nîhat D. de lêpirsîna dîsiplînê da destpêkirin. Lê dema ku ev lêpirsîn berdewam dikir Fermandar Nîhat D. li peywirê xwe hat vegerandin. Hat hîn bûn ku di lêpirsîna dîsiplînê de jî biryara “Cih ji cezadayînê re tune ye” hatiye dayîn.     LI FERMANDARÊ HAT ŞÛNA NÎHAT D. JÎ DOZ HAT VEKIRIN   Fermandar Suleyman K. ku tayînî şûna Fermandar Nîhat D. hat kirin û alîkarê wî Mehmet A. jî di 19’ê hezîranê de bi sûcdariya “diziya defînê” hatibûn binçavkirin û ji peywirê hatibûn girtin. Fermandar Suleyman K. û alîkarê wî Mehmet A. jî di nav de derbarê şebekeya ji 21 kesan pêk dihat de doz hatibû vekirin.    MA / Ahmet Kanbal