Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket 2021-07-25 17:59:42   MÛŞ - Li qada Geliyê Bilûr a li bejahiya Mûşê agir bi daristanê ket.      Li qada Geliyê Bilûrê ê herêma Zozanê Şênê ku beriya demekê bi biryara Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan bi Mûşê ve hatibû girêdan, agir bi daristanê ket. Ji ber agirê ku li herêmeke berfireh belev bû gelek dar şewitîn. Hat diyarkirin ku tu mudaxale li agir nehatiye kirin.