Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye 2021-07-25 09:06:58   AMED – Li Amedê rojê 400-500 kes bi Covîd-19'ê dikevin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, destnîşan kir ku tekane rê aşî ye.    Li Tirkiyeyê cardin hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin zêde dibe. Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê li Amed, Sêrt, Agirî û Bedlîsê her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe.    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, rewşa Amedê nirxand.    Tûran, destnîşan kir ku ji pênc bajarên hejmara pêketiyên wan zêde yek jê jî Amed e. Tûran, anî ziman ku ji ber ku tevdîr hatin betalkirin mirov bi rihetî tevdigerin û got: 'Mirovan got 'şewb qediya' û hema bibêje hew maske jî dan ber devê. Lê em cardin dibêjin, hê pandemî neqediyaye, didome."    HEJMARA PÊKETIYAN PIR ZÊDE BÛYE, AŞÎ KÊM E    Tûran, da zanîn ku niha pîka çaran e û got: "Yanî em ber bi lûtkeyê ve diçin. Hejmara pêketiyan pir zêde bûye. Li Amedê heya 15 roj berê jî hejmara pozîtîfan 140 bû, lê niha rojê testa 400-500 kesî pozîtîf dertê. Hejmara kesên li nexweşxaneyê dimînin jî 160 e. Hejmara pêketiyan pir zêde ye, lê mixabin aşî pir kêm e."   Tûran, bilêv kir ku li Amedê rêjeya kesên doza ewil a aşiyê li xwe xistine ji sedî 39 e û rêjeya doza dudoyan ji sedî 17 ye.    VARYANTA DELTAYÊ    Tûran, diyar kir ku li Amedê jî varyanta Deltayê zû belav dibe û dibe ku zêdebûna hejmara pêketiyan ji ber vê be.    AŞÎ NEYÊ KIRIN DIBE KU VARYANTÊN DIN RÛ BIDIN   Seroka Odeya Bijîşkan Tûran, anî ziman ku ji ber ku mirov di warê pandemiyê de kêm hatine serwextkirin, ev yek bandorê li aşiyê jî kiriye.    Tûran, diyar kir ku di warê aşiyê de mecbûriyetek tune ye, mirov dikarin bê randevû jî biçin, lê belê di vî warî de tevlîheviyek û nebaweriyek heye. Tûran, destnîşan kir ku rêjea aşiyyê çi qas zêde bibe, dê bar jî ew qasî sivik bibe û got: "Em maskeyan bidin ber devê xwe, hay ji mesafeyê û hijyenê hebin."    ‘TEKANE RÊ AŞÎ'    Tûran, ji bo aşîkirinê hem bi kurdî hem jî bi tirkî bang kir û got: "Niha tekane rêya xelasiyê aşî ye. Ji lew re hê jî rêbazeke tedawiyê yya çalak tune ye. Tenê em dikarin tedawiya semptomîk bikin. Avantaja me ya me zin, aşiyên me ne. Ev aşî, nexweşînê sivik dikin. Aşî, pêşî li ber nexweşînên pêgirtî digirin. Heya niha gelek nexweşîn bi saya aşiyyan ji holê hatine rakirin. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Aşîkirin, berpirsiyariyeke me ya civakî ye."    MA / Eylem Akdag