Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan! 2021-07-25 09:01:51   RIHA - Li Rihayê 153 donim erdê ku ji bo çêkirina du nexweşxaneyên dewletê hatibû terxankirin, bi biryarnameya serokkomartiyê veguherandin qada avahiyan.    Li navçeya navendî ya Karakopru ya Rihayê ku nifûsa wê li dor 250 hezarî ye, tenê nexweşxaneyeke dewletê heye. Ji ber vê nexweş an diçin nexweşxaneyên navçeyên din an jî diçin nexweşxaneyên taybet. Ji ber vê du parsêl erdê xîzîneyê ku bi giştî 153 donim e, ji bo Nexweşxaneya Jin û Zarokan û Nexweşxaneya Nexweşînên Sîngê hatibû terxankirin. Lê belê her du erdên di bin banê Midûriyeta Giştî ya Veberhênanên Tenduristiyê de, di 24'ê Gulana 2017'an de bi biryara Destea Bilind a Kesîdekirinê ya Serokwezîrtiyê hat guherandin û wan kirin qada avahiyan.    Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê, ji bo ev biryar bê betalkirin serî li Şûraya Dewletê da. Daîrea 6'an a Şûraya Dewletê, di 9'ê Kanûna 2019'an de serlêdan red kir.    Piştî vê odeyê ji bo temyîzê serî li Desteya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê da. Desteyê, di 8'ê Tîrmeha 2020'an de bi hinceta "li dijî qanûna îmarê û mewzûatên têkildar e" biryara heyî xera kir.    GUH NEDAN BIRYARA ŞÛRAYA DEWLETÊ    Çendî ku Destea Daîreyên Dozên Îdarî yya Şûraa Dewletê, biryar xera kir jî di 9'ê Nîsana 2021'ê de bi îmzeya Serokkomar Erdogan ev erdê 153 donim, cardin veguherandin qada avahiyan.    Serokê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayyê Mehmet Selîm Acar, biryara heyî nirxand.   'RIHA, NE AXA MÊTINGEHIYÊ YE'    Acar ku got "Riha, ne axa mêtingehiyê ye" got: "Bi vî awayî xespkirina çavkaniyên bajêr, nayê qebûlkirin."    Acar, diyar kir ku çavkaniyên herêmê divê ji aliyê herêmê ve bên bikaranîn û got: "Em vê ekê esas digirin. Ev navçeya me, zûzûka mezin dibe. Nifûsa wê li dor 250 hezarî ye. Li navçeyê ji xeynî nexweşxaneyeke diranan, tu nexweşxaneyeke dewletê tune ye. Şêniyên vira, ji mecbûrî diçin nexweşxaneyên taybet. Çûna nexweşxaneyên taybet li gel ferz dikin. Em vî tiştî qebûl nakin."    Acar, bilêv kir ku ji bo vê nêzî 400 daxwazname berhev kirine û di warê hiqûqî de îtirazî biryarnameya serokkomartiyê kirine. Acar got: "Em ji hiqûqê bawer dikin. Ev erazî, yê Emlaka Neteweyî ye. Meriv rabe erdê aydê gel veguherîne qada avahiyan, li gor min ev bêhurmetî ye."    Acar, destnîşan kir ku ji bo nexweşxane bên çêkirin, çi destê wan bê dê bikin.    MA / Bariş Polat