Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin 2021-07-24 14:49:24   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku Memduh Kiliç ê ku bi amûra hilmij ve dijî her roja ku diçe ber bi mirinê ve diçe û banga berdanê wî kir.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 486’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Komîsyonê çalakî li online li dar xist û vê hefteyê balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Memduh Kiliç ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T tê ragirtin.    HER ROJ BÛYE ÎŞKENCE   Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn diyar kir ku 30 sal in Kiliç girtî ye û gelek nexweşîn pê re peyda bûne û di danûstandina hilmê de zehmetiyan dikişîne û ji ber pirsgirêkên di mîdeyên wî de nikare xwarinê bixwe û baş nayê xwedîkirin. Şahîn destnîşan kir ku bi hêceta pandemiyê tedawiya Kiliç nayê kirin û tê astengkirin û ev rewş mafê tenduristiyê û tedawiyê yê Kiliç tê astengkirin. Şahîn anî ziman ku her roja ku diçe Kiliç ber bi mirinê ve diçe, ji ber ku bi amûra hilmij dijî nexweşîn lê vegeriyaye îşkenceyê û xwest Kiliç û girtiyên nexweş hemû demildest werin berdan.