ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin 2021-07-24 14:30:12 ÎZMÎR -  ÎHD’ê, xwest girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz ê ji milê xwe yê çepê felçe û nikare li xwe mêze bike, bê şert û merc were berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî” a vê heftê ji ber Cejna Qurbanê bi onlînê li dar xist. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê dimîne.   Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya, daxuyaniya derbarê Ozal Korkmaz de xwend û wiha got: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de, 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ev hejmar, hejmarek pir zêde ye û ji ber vê rewşê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Ligel ku di demên dawî de, rewşa girtiyên nexweş giran bûne jî, nayin berdan. Ev jî dibe sedem ku encamên trajîk di girtîgehan de rû bidin û bibe sema mirina girtiyan.”   'NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIMÎNE’   Karakaya, bal kişand ser rewya girtiyê nexweş Ozal Korkmaz û wiha got: “Ozal Korkmaz ji ber derba ji serê xwe xwariye, tevahiya milê wî yê çepê felç bûye. Korkmaz 31 saliye û ev 2 salin girtiye. Nikare bi tena serê xwe bimîne. Ligel ku ATK’ê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne, daye Korkmaz jî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekê keyfî nayê berdan.”    'DIVÊ BÊ BERDAN’   Karakaya, dest nîşan kir ku di warê hiqûqî de, divê cezayê Korkmaz ji ber nexweşiya wî bê taloqkirin û wiha bi dawî kir:  “Ji bo ku Korkmaz bê dermankirin, divê bê şert û merc serbest were berdan.”