45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin! 2021-07-24 12:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - 3 nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser, ku li Balafirgeha Hewlerê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn binçavkirin, 45 roj in agahî ji wan nayê girtin.   Di 10`ê Hezîranê de, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Cîhad Hesen, Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, çûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.   Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê jî, cihê endamên PYD'ê yên revandan û sedema revandina wan, aşkere nake.   Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derbarê revandina nûnerên xwe de daxuyaniyek da û got: "Em dibînin ku ev rewş gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta Tirk ên derxstina şerê navxuyî." Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin jî kir.