‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’ 2021-07-24 10:51:00   RIHA - Malbata  Şenyaşar di roja 138’emîn a nobeta “edaletê” de peyama “Li dijî vê pergalê, parazvanên EDALET’ê wê hertim hebin” parve kir.   Emîn Şenyaşar a di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û du lawên xwe winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xelas bûn re, çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” di roja 138’emîn de dewam kirin. Malbatê ji ber, betlaneya dawiya heftiyê, çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê domand.   ‘JI HER KESÎ RE EDALET’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev daxuyanî da: “Marê ku dest min nede bila hezar salî bijî. Hişmendiya egoîst dê ji yên ku li mafên xwe digerin, qet fam nake. Li dijî vê pergalê, wê hertim parazvanên EDALET’ê hebin. Yên qezenc bikin dê hebin. #SenyasarAilesiİcinAdalet, ji her kesî re Edalet.”