Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu 2021-07-24 09:01:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, anî ziman ku ji xeynî PDK'ê hemû partiyên din xwe didin ber xebatên yekîtiya neteweyî û got: "Heger yekîtî çêbibe, dê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û dê Kurdistan bibe xwedî statu."  Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî, rageşiya di navbera partî û rêxistinên kurd ên li Herêma Kurdistana Federe, astengiyên li ber yekîtiya neteweyî û daxwazên kurdan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Karamûs got: "Heger yekîtî çêbibe, dê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û dê Kurdistan bibe xwedî statu."    Karamûs, anî ziman ku ji roja ku KNK hatiye avakirin heya niha, 22 sal, xebatên wan bênavber didomin, lê belê du sal in ji ber pandemiyê xebatên wan bi awayekî cuda dewam kirine. Karamûs, destnîşan kir ku di vê heyamê de israra kurdan a ji bo azadiyê pir zêde bûye û li aliyê din jî gef, zext, tepisandin û êrîşên li ser kurdan jî didomin. Karamûs got: "Em li çar perçeyên Kurdistanê di warê siyasî, zimanê zikmakî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û dîplomasiyê de xebatên me didomin. Yek ji xebatên me yên sereke jî yekîtiya neteweyî a kurd e. Di vî warî de bername û plansaziyeke me ya berfireh heye. Heyetên ku me ava kirin, li çar perçeyên Kurdistanê hevdîtinan bi partî û saziyan re dikin."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Karamûs, destnîşan kir ku bi taybetî di du salên dawî de di warê xebatên yekîtiya neteweyî de bi gelek sazî û dezgehên siyasî re hevdîtin kirine û gelek konferans û civîn li dar xistine. Karamûs got: "Kesên di komîtiyên bilind ên KNK'ê de cih digirin, li Başûr (Herêma Kurdistana Federe) û Rojavayê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xebatên xwe didomînin. Başûrê Kurdistanê, niha di pêvajoyeke hesas, pêvajoyeke şerê navxweyî, re derbas dibe. Lewma me piraniyya xebatên xwe li wir bi rê ve birin. Tirkiye jî bi piştgiriya dewletên yekîtiya neteweyî ya kurdan naxwazin, operasynên dorfireh dike û hewildanên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Ji bo pêşî li ber van hewildanên dagirkeriyê bên girtin, me di navbera hêzên kurdistanî de yekîtiyeke xurt çêkir. Ji xeynî partiyekê, hemû partî bi erênî xwe dan ber van xebatan. A xwe neda ber jî PDK ye. Tevî hemû hewildanên me, an daxwazên me yên ji bo hevdîtinê red kir an jî xwe li bêdengiyê danî. Hin hevdîtin çêbûn, lê tiştek bi dest neket. Daxilî nav xebatên KNK'ê nabe. Li Başûr, ji xeynî PDK'ê pêwendiya me bi hemû partî û saziyan re hee ji bo yekîtiya neteweyî. Hêvîdar im PDK jî daxilî nav xebateke wiha bibe."    Karamûs, bilêv kir ku herî zêde li Herêma Kurdistana Federe dixebitin, ji lew re herî zêde pêdiviya vê herêmê bi ekîtiyê heye û got: "Em KNK, ji bo avakirina yekîtiya neteweyî xwedî israr in û dê ev tim di rojeva me de be. Heya yekîtî çêbibe dê xebatên me bidomin."    ASTENGIYÊN LI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Karamûs, destnîşan kir ku yek ji faktorên ku nahêle yekîtiya neteweyî çêbibe ew e ku li çar perçeyan gelek partiyên siyasî di çarçoveyeke kurdistanî de nafikirin. Karamûs, anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde tevgera azadiyê pêşengiya xebatên yekîtiya neteweyî dike û ya herî zêde di van xebatan de israr dike jî ew e û got: "Lê ji ber ku partiyên din tenê li ser berjewendiyên xwe û perçeyên xwe hûr dibin, di çarçoveyeke kurdistanî de tevnagerin. Hesasiyetên neteweyî tenê li gor herêmên xwe dinirxînin. Bi awayekî cidî nêzî meseleya kurdî nabin. Ji bo vê bername û plansaziyek wan tune ye. Bi awayekî herêmkî difikirin û xwedî bîrdoziyek wiha ne. Tenê ji pencereya xwe nêzî bûyeran û rewşan dibin. Ji dêvla berjewendiyên neteweyî, li gor berjewendiyên partiyên xwe hereket dikin. Ev jî dibe asteng li ber yekîtiya neyetweyî."    Karamûs, anî ziman ku ji ber ku gelek partiyên siyasî bi awayekî Kurdistanî nafikirin û pêwendiya wan bi dewletên kolonyalîst re heye, ev yek dibe astengiyek mezin li ber yekîtiya neteweyî û got: "Divê têkiliyên bi dewletên kolonyalîst re, li ser asasê jiholêakirina hêzeke cuda neyên avakirin. Em bi tu awayî di hevdîtinên bi dewletên kolonyalîst re peymanên li ser asasê jiholêrakirineke partiyeke kurdistanî qebûl nakin. Ji lew re tu mifha peymanên bi vî rengî nagihê gelê kurd. Ev têkilî, yekîtiya me qels dikin."    Karamûs, cardin dubare kir ku di warê yekîtiya neteweyî de helwesta wan pir aşkere û zelal e û got: "Ji bo destkeftiyên me ji dest neçin, divê partî û rêxistinên li her 4 perçeyên Kurdistanê plan û bernameyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Heya niha li Başûr 70 binkeyên eskerî yên Tirkiyeyê hatine avakirin. Ev dibe cihê gefeke mezin. Heger xema partiyên Başûr, Kurdistan bûna, dê wiha nekirina."    Karamûs, bilêv kir ku perçebûn dibe sedema êrîşan jî û got: "Dewletên sûdê ji vê perçebûna kurdan digirin, bi rihetî êrîş dikin."   ÇARESERΠ   Karamûs, destnîşan kir ku heger di navbera hêzên kurd de nakokî hebe, hemû hêz dikarin di nav hev de van nakokiyan çareser bikin û got: "Rê û rêbazên vê yekê hene. Rêya diyalog û hevdîtinê heye. Heger em dev ji yektiyyê berdin, em ê rê li ber dewletên dijmin vekin. Heger em bi hev re tevnegerin, dê destkeftiyên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê ji dest biçin. Divê pêşengên hemû partiyan li ser vê bisekine û tavilê vê pirsgirêkê çareser bike. Divê kes hesabên şaş neke. Hêza ku me di 60-70 salî de bi dest xistiye, dibe ku cardin ji dest biçe. Me ev li Efrîn, Şehba, Girê Spî, Serêkaniyê û li Başûrê Kurdistanê dît. Tirkiye, hêdî hêdî kesên ji Afxanîstan û Qafqasyayê tîne, li van deran bi cih dike. Ev ji bo me, mînakine girîng in."    BANGAWAZÎ   Kaamûs, di dawiya axaftina xwe de ji bo yekîtiya neteweyî bang li patî û rêxistinên kurdan ki û got: "Pêdiviya me, bi me heye. Pêdiviya me bi diyalog û yekîtiyê ye, ji bo çaresekirina pirsgirêkan. Em vê wekî karê sereke dihesîbînin. Divê hemû partî, rêxistin û êl li dijî vê dirûşmeya xwe aşkere bikin. Ji bo tasfiyekirina gelê kurd operasyonan li dar dixin. Lewma divê bangawaziyên ji bo yekîtiyê xurtirb in. Rexneya herî mezin niha li PDK'ê tê kirin. Hêvîdar im, PDK dev ji vê helwesta xwe berde. Demildest divê siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike. Divê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re biguherîne. Ev polîtîka, xizmeta gelê kurd nake. Ji bo diyalogê me gelek caran xwest em bi PDK'ê re hevdîtinê bikin. Ev daxwaz, daxwaza hemû kurdan e."   MA / Mujdat Can