Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin 2021-07-23 11:57:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Ziman û Çanda Kurdî, bendengiya dewletê ya ji bo êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kir û got ku wê li dijî êrişan bêdeng nemînin.    Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi daxuyaniyeke niviskî bêdengiya dewletê ya li dijî êrişan şermezar kir.   Torê, di daxuyaniya xwe de êrişên nîjadperest ku beriya êrişên dawiyê yên li dijî kurdan pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Tirkiyeyê kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên. Torê, destnîşan kir ku wê li dijî êrişan bêdeng nemînin û çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.   JI BER KURDÎ ÊRIŞ LI KURDAN TÊ KIRIN   Tevahiya daxuyaniya torê wiha ye:   “Bûyer û qewimînên ku di herikîna dîrokê de rûdane û lêkolînên ku ji aliyê ramanwer û civaknasan ve hatine kirin, nîşan didin ku polîtîkayên pişaftin û înkara çand û zimanan wek sedema sereke ya şerên navbera gel û civakan hatine tespîtkirin, herwiha ji bo aheng û aştiya nava gel û civakan jî pirrengî, pirdengî, pirçandî û pirzimanî wek çareseriya pirsgirêkên nava gelan tê qebûlkirin.   Ligel van rastiyan jî di sedsala 21’emîn de hîn jî  li Tirkiyeyê ciwanên kurd,  karkerên kurd ên ku ji bo debara xwe diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.   ÊRIŞ XWE BINGEHA JI TUNEHESIBANDINÊ DIGIRIN   Di Berfanbara sala 2018an de, li bajarê Sakaryayê Kadir SAKÇI û kurê xwe yê ciwan, ji ber ku di navbera xwe de bi kurdî axivîn, rastî êrîşê hatin. Kadir SAKÇI jiyana xwe ji dest da û kurê wî bi giranî birîndar bû. Di Hezîrana 2020î de ciwanê kurd ê bi navê Barış ÇAKAN, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, li Enqereyê rastî êrîşê hat û bi kêran hat qetilkirin.   Niha jî dîsan li bajarê Enqereyê û li navçeya Meramê ya ser bi bajarê Konyayê, malbateke kurd ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşên nijadperest ên ku wêrekî û bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunehesibandina gelê kurd û zimanê kurdî digirin, tên. Mixabin di vê êrîşê de jî Hekîm DAL jiyana xwe ji dest da.   EM Ê BÊDENG NEMÎNIN   Kiryarên van êrîşên nijadperest ên ku li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî , bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên nijadperest ên hovane şermezar dikin. Em ê tu car li hemberî bêrêzî û heqaretên li hemberî zimanê kurdî û van êrîşên nijadperest û hovane bêdeng nemînin.   Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.”