Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef 2021-07-23 10:12:37   NAVENDA  NÛÇEYAN - Rojnameya alîgirê hikûmetê Yenî Şafakê, baroyên herêmê yên li dijî êrişên nijadperest daxuyaniyek hevpar dan, kir hedef û weke “provokasyon nijadî” nîşan da.   Rojnameya alîgirê AKP’ê Yenî Şafakê, baroyên bajarên weke Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Êlih, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê yên li dijî êrişên nijadperest ên li ser Kurdan zêde dibin daxuyaniyek hevpar da bûn, kir hedef.    Yenî Şafak ku îro bi manşeta “Baroyên Qendîlê” derket, îdîa kir ku êrişên nîjadperestî li ser bingeha "pevçûnên normal" rû dane û baro weke “provokasyona nijadî” hedef nîşan da.