Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike 2021-07-23 09:50:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê serdana Suleyman Soylû ya li Efrîn û Ezazê de, daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk, dixwaze erdên ku dagir kiriye têxe nav sînorê xwe.”   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê serdana Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû ya li Efrîn û Ezazê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê bipê dike û wiha hat gotin: “Dewlet Tirk, binpêkirina serbixwetiya Sûriyeyê dewam dike. Wezîrê Karên Hûndir ê dewleta Tirk Suleyman Soylû di Cejna Qurbanê de, serdana Efrîn û Ezazê yên dagirkirine kir. Soylû di vê serdana xwe de, saziyên li herêmên dagirkirî hatine vekirin lêkolîn kirin. Armanca van saziyan, guhertina demografiya herêmên ku hatine dagirkirin. Tirkiye bi vê rê ye, dixwaze ku vê erdnîgariyê têxe nav sînorê xwe.   LIGEL QANÛNAN JÎ DAGIR KIRIN   Dewketa Tirk alên Tirk û wêneyên Erdogan bi kolan, qadan, dibistanan û saziyan ve kirine. Pereyên Tirkiyê ferz kirin. Walîtiyên Tirk van navçeyan bi rêve dibin. Serdana Soylû ya piştî van tevan balê dikişîne. Dewleta Tirk, ligel hemû qanûnên navneteweyî, herêmên ku dagir kirine, hewl dide di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de, têxe nava sînorê xwe. Bi wê re tê piştrastkirin ku dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dagirkirin, parçekirina Sûriyê û derbekirina tevahî bangên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûnên navneteweyî û mîsaqên wê li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê bin pê dikin, berdewam e.   Erdogan jî, demekê berê ji nû ve bajarê Varosha ya li Komara Qurbirsa Bakur vekir.   Her wiha NY’yê beriya 50 salî gelek biryar dan, ku Varosha dê girtî û vala bimîne. Ew jî bi sedema milkiyeta wê, bandorên wê yên siyasî yên girêdayî Qubirsê ne. Lê Erdogan tevahî biryar paşguh û bin pê kirin û ji nû ve vekir û hebûna Tirkiyê lê misoger kir.   Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku serdanên mîna van şermezar dikin, bang li tevahî hêzên parastina yekitiya Sûriyê û gelê wê dikin ku helwestên xwe yên dijberî sûcên dewleta Tirk û tevahî sûcên dîtir eşkere bikin.   Bêdengiya li didjî sûcên dewleta Tirk û serdana dawî ya wezîrê hundirîn ê rejîma Erdogan ji Sûriyê re dihêle ku dagirkeriya Tirk herêmên dîtir dagir bike û sûcên xwe li dijî Sûriyê û gelê wê zêde bike.   BANGA HESTIYARIYÊ   Em piştrast dikin ku tu çareserî û aramî ji bilî derketina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê re tune ye. Em Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, hikumeta Şamê û Koalîsyona Navneteweyî bi awayekî yekser li dijî sûcên dewleta Tirk berpirsiyar dibînin, divê ji bo sînordarkirina van sûcên derqanûnî û derexlaqî helwest nîşan bidin."