Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne 2021-07-23 09:07:11 MÊRSÎN - Dayikên girtiyên ku 239 roj in di greva birçîbûnê de ne, bang li gel kirin. Hanim Mûratoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne got: "Daxwazên wan daxwazên me ne." Necla Ortaç jî got: "Ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, di roja 239'an de ne. Çalakiya ku 5 rojan carekê komên cuda dewr digirtin, di 14'ê Tîrmehê de veguherî 15 rojan carekê. Ji 14'ê Tîrmehê ve her kom 15 rojan di greva birçîbûnê de dimîne.   Dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne bang li gel kirin: "Bibin dengê girtiyan."    Dayik Hanim Mûratoglû (48) ku du kurên wê di girtî ne, bang kir. Kurê wê Halîl Mûratoglû (29) di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê û kurê wê Gazî Mûratoglû (20) jî di Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T'yê de ye. Li Halîl Mûratoglû di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiyya rêxistinê" 15 sal û li Gazî Mûratoglû jî di sala 2016'an de ku li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de hatiye girtin, 25 sal ceza hatiye birîn.    Mûratoglû, bilêv kir ku girtî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin, ji bo zext û zoriyên li ser ziman û çanda wan bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirine û daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî. Mûratoglû, da zanîn ku her du kurê wê di sala 2018'an de jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mane û got: "Em naxwazin zarokên me têkevin greva birçîbûnê, lê gava mafên wan bên binpêkirin, ji bêgavî dikevinê. Zarokên me li girtîgehê, em jî li malê di greva birçîbûnê de ne. Hefteya borî ez bi Halîl re axivîm, sirf ji bo ez li ber nekevim got baş e. Lê ez dayik im, hîs dikim, rewşa wan nebaş e."    Dayik Mûratoglû, destnîşan kir ku lewma divê raya giştî di vî warî de hesas tevbigere û got: "Divê her kes xwedî li daxwazên wan derkeve û dengê xwe bilind bike. Girtî hemû zarokên me ne û canên me ne. Têkoşîna wan ji bo me ye. Di grevên berê de zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê carê kes jiyana xwe ji dest nede, divê em dengê xwe bilind bikin. Em doza wekheviyê dikin. Me bi di tunebûnê de zarokên xwe mezin kirin. Hatin vî umrî, niha jî di girtîgehan de eziyetê dikişînin."    Mûratoglû, anî ziman ku ji ber ky gel aş xwedî li girtiyan derneketiye, girtiyan çalakî ji 5 rojan kirin 15 roj. Mûratoglû, bilêv kir ku ji bo ji girtîgehan xeberek nebaş neyê, çi dikeve ser milê kê divê bike.    BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN   Necla Ortaç (50) ku kurê wê Mûrat Ortaç 11 sal in girtiye û niha Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye, anî ziman ku hevjînê wê ji ber ku felcî ye 7 sal in û ew jî 4 sal in kurê xwe nedîtiye. Ortaç, diyar kir ku kurê wê 910 kîlometreyan dûrî wan e û vê yekê wekî bêhiqûqîtiyê bi nav kir.    Ortaç, bilêv kir ku tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û got: "Zarokên me ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne. Jixwe heger şert û mercên girtîgehan baş bûna, dê neketana greva birçîbûnê. Berê jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mabû. Demildest divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin."    MA / Omer Akin