DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên 2021-07-22 15:46:18   NAVENDA NÛÇEAN - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kir û destnîşan kir ku kurd bi avakirina yekitiye neteweyî dikarin ji êrişan re bibin bersiv.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî êrişên nîjadperest ên ku li Afyon, Enqere û Konyayê li dijî kurdan pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrişan şermezar kir. DBP'ê, di daxuyaniya xwe de da diyar kir ku kesên nikarin têkoşîna gelê kurd bi siyasî lawaz bikin û  têk bibin û, bi nîjadperestiyê dixwazin encam bigirin û wiha got: "Kurd dikarin li hember van êrîşên nîjadperest hêzên xwe ên siyasî û civakî bikin yek, bi yekitiya xwe ya netewî bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bibin bersiv."   BINGEHA ÊRIŞAN GOTINÊN DIJMINANE NE   Daxuyaniya HDP'ê bi tevahî wiha ye:    "Ji ber zimanê cihêkar û êrîşkar yê Rejîma Faşîst ya AKP û MHP ê li hember gelê Kurd êrîşên nîjadperest dom dikin. Kesên ku nikarin têkoşîna gelê kurd bi civakî û siyasî têk bibin û lawaz bikin, bi gotinên xwe ên bi nefret, bi hewldanên linc û nîjadperestiyê dixwazin encam bigirin. Sepan û vegotinên dijminî yên desthilatdariyê li hember Gelê Kurd û muxalifan, helwestên wan ên berberî û jihev cûdakirinê bingeha êrîşên nîjadperest ava dike. Hêzên faşîst û paramilîter xwe didin ber zirxê bêcezayiyê û li Afyon, li Enqere, li Konya û li gelek deveran êrîşî gelê Kurd dikin.     KURD DIKARIN PÊŞÎ LI ÊRIŞAN BIGIRIN   Îro di şert û mercên di vê faşîzmê de bes bi berxwedana Kurdan mirov nikare biçe serî. Di wek polîtîkayên tecrîd û kayyiman de, ger li hember van êrîşên nîjadperest neyên sekinandin, dê berê xwe bide hemû gelên Tirkiyeyê û hêviyên mafên bingehîn, azadî, wekhevî û edaletê, hêviya hemû gelan ku bi hev re bijîn dê bikeve xetereyê. Em van êrîşên faşîst ên nîjadperest li hember Kurdan ên hema hema li her derê Tirkiyeyê bênavber didome bi tundî şermezar dikin. Kurd dikarin li hember van êrîşên nîjadperest hêzên xwe ên siyasî û civakî bikin yek, bi yekîtiya xwe ya netewî bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bibin bersiv.   Em wek gelê Kurd û siyaseta gelê Kurd, dê tu caran li hember van êrîşan yek gav jî bi paş de neavêjin û wek her tim em dê berpirsiyariya xwe bi cih bînin."