Li Stenbolê tundiya li ser jinê 2021-07-22 13:48:48   STENBOL - Li Stenbolê jina ciwan Gîzem Akbaş ji aliyê hevalê xwe yê zilam ê berê Mûcahît Îsmaîl Ayta ku derbarê wî de biryara dûrxistinê heye ve bi awayekî tund hat derpkirin.   Li Stenbolê, zilamê bi navê Mûcahît Îsmaîl Ayta rexmî biryara xwe ya dûrxistinê jî bi awayekî tund li hevala xwe ya berê jina ciwan Gîzem Akbaş da. Di bûyera ku beriya çend rojan çêbû de Akbaş li Beşîktaşê diçe cihekî û li wir wêneyên xwe dikişîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal parve dike. Ayta jî vê parvekirinê dibîne û diçe heman cihê û dema ku Akbaş ji ser meseyê radibe tundiyê lê dike. Piştî ku dîmenên vê kêliyê li ser medya sanal hatin parvekirin bi etîketa #MücahitİsmailAytaTutuklansın parvekirin hatin kirin.