Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin 2021-07-22 11:43:45   RIHA - Malbata Şenyaşar ku daxwaza xwe ya "Edaletê" didomîne, diyar kir ku wê rojekê qêrîna edaletê ya ji çar aliyên Tirkiyeyê bilind teqez bersiv bibîne.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, nobeta xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin, ji ber betlaneya Cejna Qurbanê di roja 136'emîn de li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbata Şenyaşar, têkildarî çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medya sanal ev peyam parve kir: "Ji çar aliyê Tirkiyeyê qêrîna edaletê bilind dibe. Wê ev daxwaza rojekê teqez bersiv bibînin. Heke daxwaza EDALETÊ dozger û serdestan aciz bike, em bi piştevaniyê vana aciz bikin. HEQ! HIQÛQ! EDALET!"