Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn 2021-07-22 11:02:29   KONYA - Li Konyayê mînîbusa ku karkerên demsalî lê siwar bûn teqla avêt û Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Ereglî ya Konyayê li ser rêya Konya û Edeneyê mînîbusa ku karkerên demsalî lê siwar bûn teqla avêt û qeza kir. Di qezayê de yek jê giran 15 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê û nexweşxaneyên herêmê û tedawiya wan dan destpêkirin. Ethem Dagtekîn ê di qezayê de giran birîndar bû, li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.   Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.