ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e 2021-07-22 10:01:47   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kir û diyar kir ku êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê ne.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî êrişên nîjadperest ku di demên dawîn de li dijî welatiyên kurd pêk tên daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku beşeke êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan zêde dibin di demên dawîn de li Konya, Enqere û Afyonê pêk hatine û ev titş hat gotin: "Ev êrişên ku nîjadperestî û cihêkarî wan derdixin holê sûcên nefretê û êrişên li dijî nasnameya kurd in."   'DIVÊ ZIMANÊ CIHÊKAR BÊ TERKKIRIN'   Di berdewama daxuyaniya xwe de ÎHD'ê êrişên bi heman rengî yên beriya niha li dijî welatiyên kurd pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku derbarê van êrişan de biryarên neşopandinê hatine dayîn û têkildarî miajrê ev nirxandin kir: "Gotin û tevgerên cihêkar ne bi tena serê xwe ne û di mînakên dawîn de jî em dibînin ku êrişên li dijî jiyanê pêk tên. Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin.    Di dawiya daxuyaniya xwe de ÎHD'ê serxweşlî ji malbata Hakîm Dal ê li Konyayê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatibû qetilkirin re xwest.