'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e' 2021-07-21 15:42:34   STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bertek nîşanî mudaxaleya polisan a li dijî meşa ku hatibû xwestin ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê bê lidartxistin da û diyar kir ku Zihniyeta li Kadikoy û Pirsûsê êriş pêk aniye heman zihniyet e.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê daxuyanî dabû û xwestibû ku bimeşe. Polisan êrişî ciwanên ku xwestibûn bimeşin kiribûn û wan binçav kiribûn. Înîsiyatîfê, derbarê vê êrişa polisan de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê Kivanç Sert, rêxistinên ciwanan û gelek kes tevlî civînê bûn.    WÊ LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOME   Kekê Ûgûr Ozkan ku li Pirsûsê hatibû qetilkirin Suleyman Ozkan, di civînê de axivî û diyar kir ku di çalakiyê neletkirina Komkujiya Pirsûsê de bi îşkenceya polisan re rû bi rû ma ne û ev tişt got: "Duh bombeya gazê avêtin wesayîta binçavkirinê û hewl dan ciwanan bifetisînin. Hin hevalên me ji derenceyan avêtin xwarê. Her sal ev tişt li dijî me pêk dihat lê îsal weheşeteke cuda hebû. Em çiqas dibêjin aştî ew êriş dikin. Ne tenê ji bo malbatên Pirsûsê ji bo herkesê ku bi bêedaletiyê re rû bi rû maye em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."   HIQÛQA DIJMIN   Xûça Hatîce Ezgî Sadet a li Pirsûsê hatibû qetilkirin Ozge Sadet jî destnîşan kir ku polisan bi kîn nefretê êrişî ciwanan kiriye û wiha got: "Êrişkirina ciwanan ne peywira polisan e. Lê me duh dît ku hiqûqa dijmin bi kar tînin. Sekneke li dijî têkoşîna demokratîk heye. Êdî li qadan îşkenceyê dikin. Ciwan hêza dînamîk a ciwakê ye. Em timik bi ciwanên xwe re ne û ew neynika civakê ne. Em bi wan serbilind in. Di dorpêçê de êrişkirina ciwanan acizî ye."   'EM LI MAF DIGERIN'   Bavê Vatan Bûdak ê beriya 6 salan di komkujiyê de hatibû qetilkirin Mûrat Bûdak jî got ku zihniyeta ku komkujiyê pêk aniye û zihniyeta ku êrişa duh pêk aniye heman zihniyet e û ev tişt anîn ziman: "Em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Heta ku em têkoşîna xwe bilind bikin wê vana paşde gav bavêjin. Em ji bo bêhiqûqiyên li Tirkiye û Kurdistanê maf digerin."   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Herî dawî birîndarê komkujiyê Yasîn Can, diyar kir ku komkujiyê ji bîr nekirine, wê komkujiyê efû nekin û hesabê wê bipirsin û ev tişt got: "Belim pergal li alî wan be lê rojên ku darizandineke adîl pêk were wê bên."