Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin 2021-07-21 11:34:11   AMED - Penaberên ku ji ber şer ji Afganistanê hatine Amedê, cejna xwe di bin germê de derbas dikin.    Ji ber şer û qrîza aborî bi hezaran penaber ji Afganistanê di ser Îranê de berê xwe didin Tirkiyeyê. Penaberên ku di vê germê de sekna xwe ya li otogara Amedê didomînin, hewl didin xwe di bin siyê daran de hinek bikin. Di nav penaberên ku di dabînkirina pêwistiyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikişînin de zarokên 15, 16, 17 salî jî hene. Penaber di bin germê de cejna xwe derbas dikin û bi rojan e bi awayekî mexdûr dijîn.