50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan 2021-07-21 10:23:39   STENBOL - Ji 62 kesên ku di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin 50 jê ji wan hatin berdan û 12 jê jî sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, duh polisan mudaxaleyî bîranîna Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya ji bo qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê kiribûn û 62 kesan binçav kiribûn. Hat diyarkirin ku polisan dema kontrola nexweşxaneyê îşkence li kesên binçavkirî kiriye û gazê berî hundirê wesayîta kesên binçavkirî têde dane û gelek kes talûkeya fetisandinê derbas kirine. Ji 62 kesan 50 jê piştî kontrolên xwe yên nexweşxaneyê ji Miduriyeta Polisan a Stenbolê hatin berdan û 12 jê jî sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li navçeya Kartalê hatin kirin.    Navê 12 kesên ku sewqî edliyeyê hatine kirin wiha ne: Vedat Çinar Altan, Eren Kaya, Misra Sapan, Volkan Atmaca, Azad Aksoy, Atakan Polat, Sedef Ozer, Ridvan Salîh Gezegen, Harûn Kaya, Batûhan Çotûr, Hasan Dogan, Can Papîla.