Êrişî malbatek Kurd kirin 2021-07-21 09:33:44     ENQERE - Li qada serjêkirina heywanan a Altindagê, di şerê derket de, bi çekan êrişî malbata Kurd hat  kirin. Di êrişê de, 2 jê giran 4 kes birîndar bûn. Malbata ku paşê li ber nexweşxanê rastî êrişa polîsan hat, ketina wan a gund hat astengkirin.     Li qada serjêkirina heywan û Çewliga Sewalan a gundê Kavakli ya girêdayî navçeya Altindag a Enqerê, di navbera du malên çewligê yên cuda de, ji ber “qada zibil û bişkulên heywanan davêjin” şer derket. Endamên malbata ji Kirikkaleyê bi çekan êrişî malbata Boztaş a ji Mêrdînê kirin. Di êrişê de ji malbata Boztaş 2 jê giran, 4 kes birîndar bûn. Ferît Boztaş û Feyyaz Boztaş ên bi giran birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Enqerê û hatin emeliyatkirin. Birîndarên din Tuncer Boztaş û Halîs Boztaş rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê. Hat diyarkirin ku di êrişê de, welatiyên hatibûn ku heywan bikirin jî birîndar bûn.    ÊRIŞKARAN DIPARÊZIN   Yek ji endamên malbatê Ferhat Boztaş ku têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivî, derbarê bûyerê de ev agahî dan: “Em û malbata ji Kirikkalê cîranên hevin. Di navbera mala me û mala çewligê de qadek vale heye. Em zibil û bişkulên heywanên xwe davêjin vê qadê. Ji ber vê sedemê şer derket. Malbata ji Kirikkale bi dijûn û heqaretan êrişî me kir. Gef li me xwar. Herî kêm 150 kesan êrişî me kirin. Dûre 4 kesan bi çekan êriş kirin. 4 birayên min bi giranî birîndar bûn. Jixwe dilê zilaman tije kîn bû. Kurdan di kevçiyek av de bixeniqînin jî, dilê wan rehet nabe.”   Boztaş, da zanîn ku ligel 4 kes ji malbata wî birîndar bûn jî, polîsan malbata êrişkar xistine bin parastinê.   ÊRIŞÎ XIZMÊN BIRÎNDARAN KIRIN   Boztaş, dest nîşan kir ku li ber Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazt, notirvanan êrişî xizmên wan kirin û wiha axivî: “Xizmên me li ber nexweşxanê radiwestiyan. Notirvanan ji wan re gotin belav bibin û êrişî wan kirin. Birayê min li ber nexweşxanê rûniştî bû. Notirvanan ewil jêre gotin ‘ji vê derê rabe’ û dûre êrişî wî kirin. Piştî notirvanan, polîsên hatin ber nexweşxanê, bêyî ku tiştekê pirs bikin, bi gaza îsotê û copan êrişî me kirin. Li ser bedena min hîna jî, şopên lêdanê hene. Dûre ez û birayê min û gelek kes hatin binçavkirin.”   Yek ji şahidên bûyerê Aydin Yildiz Tilbe jî, diyar kir ku piştî bûyerê destûr nedan ku malbata Kurd bikeve gund û ji aliyê eskeran ve hat asteng kirin. Tilbe, bi bîr xist ku destûr nayê dayîn ku malbat bikeve gund.