‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’ 2021-07-21 09:05:18   MÊRSÎN - Mele Kazim Sertkaya, diyar kir ku girtîgeh dojeha ser rûyê erdê ye û wiha got: “Kesên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayîn hene. Îro, polîtîkayên li ser gelê me tên birêve birin, tu eleqeya wê bi maf, hiqûq û edaletê ve tuneye. Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e.”       Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Gireva Îmraliyê, di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehan dest pê kir, di roja 237’emîn dewam dike.    Mele Kazim Sertkaya, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên bi greva birçîbûnê re li girtîgehan zêde bûn û wiha axivî: “Di ayetên Quranê de, mafê hemû mirovên li ser rûyê erdê dijîn, têne parastin. Îslamiyet tê wateya edaletê. Ji ber vê mafê hemû mirovan heye ku azad û wekhev bijîn.”    'BIRÇÎBÛN MIRINE’   Sertkaya, bi bîr xist ku berê bi sedan kes di grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan û wiha bilêv kir: “Îro jî, bi hezaran kes hene ku ji bo mafên xwe yên bingehîn dikevin grevên birçîbûnê. Girtîgeh dojeha ser rûyê erdê ye. Dema ku kesek tê girtin, ji jiyanê tê qûtkirin. Dema ku şert û mercên jiyanê di girtîgehan de ji holê radibin, girtî neçar dimînin ku bikevin greva birçîbûnê. Ev jî zilme. Birçîbûn mirine. Îro, polîtîkayên li ser gelê me tên birêve birin, tu eleqeya wê bi maf, hiqûq û edaletê ve tuneye. Ya ku tê jiyîn tenê zilm, înkar û tunekirin e. Ger mirovek bibe sedema ku mirovek dawî li jiyana xwe bîne, mafê wê yê jiyanê asteng û tune bi hesibîne, ew kes di heman demê de qatilê hemû mirovahiyê ye. Kî dibe bila bibin, mafê her kesî yê jiyanê heye. Ji ber ku berî her tiştî Xwedê vî mafî dide wî kesî. Ji ber vê mafê jiyanê yê hemû girtiyên ku ketine greva birçîbûnê heye.”   'MAFÊN ME ÎNKAR DIKIN’   Sertkaya, dest nîşan kir ku sedema nepeyivîna li dijî zordarî û çewisandinê, weke "lawaziya baweriyê" binav kir û wiha got: “Gava ku mirov ji dayik dibin, bi şeref, wijdan û rûmet dijîn. Şeref di destê mirovan de ye. Wijdan, di singa mirovan de ye. Rûmet jî, di mejiyê mirovan de ye. Serê mirovan li ser bedena mirovan serweriyê dike. Kesên ku zilma li mirov, heywan û xwezayê tên kirin, qebûl dikin, dîn, îman, wijdan û şerefa wî/wê nemaye. Kesên îmana wan lewazin, îro pere girtine, dev ji Îslam û edaletê berdane. Ji ber vê xwedî maf û hiqûqa mirovan dernakevin. Gelê Kurd jî mileteke. Axa wan heye. Lê li ser axa xwe mîna kirêdaran tên dîtin. Zimanekê ku Xwedê daye me heye. Dîsa li gorî kelama Xwedî divê tu ziman neyê înkarkirin. Lê îro zimanê me înkar dikin. Di heman demê de hemû mafên ku Xwedê daye me, dewlet înar dike. Ev  nayê qebûl kirin.”   MA / Omer Akin