ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-21 09:00:08   * Mele Kazim Sertkaya, diyar kir ku girtîgeh dojeha ser rûyê erdê ye û wiha got: “Kesên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayîn hene. Îro, polîtîkayên li ser gelê me tên birêve birin, tu eleqeya wê bi maf, hiqûq û edaletê ve tuneye. Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e.”     * Li Taxa Qada Karpuz a girêdayî navçeya Rêya Armûşê, nêzî 70 rojane 8 mal bê avin. Welatiyên taxê yên roja cejnê bi bîdonan av kişandin, ligel bi dehan car li VASKÎ geriyan jî pirsgirêka wan a avê nehat çareserkirin.   * Hevberdevkê Komîsyona Koç û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik, diyar kir ku divê têgînên li dijî penaberan bên guhertin û got: “Pêwîste ku li şûna gotinên nijadperest ên li dijî penaberan, hikûmet bê rexnekirin.”    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 135'emîn de berdewam bike.    * HDP, wê di çarçoveya Cejna Qûrbanê de, bi CHP, Partiya Gelecek, DEVA û Partiya Saadetê re cejnê pîroz bike. (10.00-14.00)        * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, mudaxaleyên polisan ên li dijî bernameyên bîranînên 6'emîn salvegera Komkjiya Pirsûsê wê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniyeke çapameniyê şermezar bike. (13.00)