Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-07-21 08:32:49   ENQERE - 23 kesên di bîranîna 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, bûn û di mudaxileya polîsan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Bi pêşengtiya rêxistinên ciwanan ên Enqerê, duh ji bo 33 kesên di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest da bûn, li kolanên Guvenpark, Olgunlar û Konûrê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de polîsan mudaxileyî ciwanan kiribûn û 23 kes bi lêdanê binçav kirin. Ji endamên rêxistina ciwanan Erturk Soysal ê hat binçavkirin, di êrişa polîsan de bi giranî birîndar bibû û 10 kêlî avêtibûn serê wî. Zeynep Ulger a bi lêdanê hat binçavkirin jî, milê wê şikiya bû.    Piştî ku îfadeya ciwanan hatin girtin, serbest hatin berdan. Ciwanan derbarê polîsan de gilî kirin.