33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin 2021-07-20 15:27:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bîranînê yên 6’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de, peyama “Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê li Rojava pêk hat. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê” hat dayîn.    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan dixwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û serdana Kobanê bikin. Lê beriya ciwan biçin Kobanê, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara DAIŞ'ê êrişa bombeyî pêk anî û 33 rêwiyên Kobanê qetil kir û gelek kes birîndar kir. Îro salvegera 6'emîn a Komkujiya Pirûsê ye û bi vê wesîleyê qurbanî li gelek bajaran hatin bibîranîn.    STENBOL    Bîranîn li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat lidarxistin. Berî bîranînê girse li Mala Cem a Gazî kom bû û bi berzkirina dirûşmeyan heya goristanê meşiya. Girseyê pankarta “Şehîdên Pirsûsê bêmirinin” vekirin û bi navber diruşmeya “Ciwan wê hesap ji qatilan bipirsin”  berz kirin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin hatin kirin   Endama Lijneya Rêveber a  Navenda  SGDF’ê Hîvda Selen, di axaftina kir de wiha got: “Armanca kesên di komkujiyê de jiyana xwe  ji dest dan, ew bû ku piştevaniyê bidin gelê Kobanê û ji bo zarokan pêlîstokan bibin. Me bi hevre Kobanê parast, me got em ê bi hev re ava bikin. Li wê derê me gelek şehîd dan û di rêya van şehîdan em ketin rê. Ev 6 mehin em kolan bi kolan têkoşîna edaletê didin. Em ê hesab bipirsin.”   Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şeker jî, da zanîn ku ew berî 6 salan ji bîr nakin û wiha axivî: “Bêwestandin em li edaletê digerin. Ji bo ku malbat cardin cejnan pîroz bikin, em li edaletê digerin.” Seroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî jî, da zanîn ku kujer û berpirsiyar diyarin û her tim bibin yek û hesap bipirsin.   Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî, diyar kir ku berpirsiyarên Komkujiya Pirsûsê yên ku gotin "Kobanê ket dê bikeve” nin.    AMED    Veysel Ozdemîr ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Ozdemîr, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye  Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, dirûşmeya “Tu xeyal di nivî de namînin” hat berzkirin.      Di heman demê de, ji bo Ozdemîr ê ku roja ji dayik bûna wî bû, paste hat birîn. Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, helbesta bi navê “33 rêyên xeyalan” a nivîsandibû, xwend.   Endama SGDF’ê Helîn Yagmûr Ucî û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di bîranînê axivîn û gotin: “Dewletê bi DAIŞ’ê re ev komkujî pêk anî. Ligel ku 6 sal derbas bûn, hîna berpirsiyar nehatine darizandin. Emê bi têkoşîn û berxwedanê edaletê pêk bînin. Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê, li Rojava pêk hatin. Duh salvegera Şoreşa Rojava bû. Gelan bi hev re jiyaneke nû ava kirin. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê.”   Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, da zanîn ku ewê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. Girseyê piştî bîranînê qerefîl danî ser gora Ozdemîr.   ŞIRNEX   Ji 33 qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin Ûgûr Ozkan ê ji Cizîra Botan li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bibîranîn. Malbata Ozkan, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DER’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Beriya bîranînê xwişka Ozkan, Hatîce Ozkan ku rakiribû wêneyê birayê xwe xwest biçe ser gorê, lê polîsan ew asteng kirin.    Ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlamenter Nûran Îmîr axivî û 33 qurbaniyan bi bîr anî û got îqtidar berpirsiyarê vê komkujiyê ye.    ‘CANÊ ME KUŞTIN’   Hatîce Ozkan jî wiha got: “Nehiştin ez bi wêneyê birayê xwe werim ser gorê. Tevî ku min got ez tedawiya kemoterapiye dibînim jî lê min asteng kirin. Jixwe birayê min ji min girtine, niha radibin çi dixwazin ji me. Canê me kuştin.”    Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin û gulan danîn ser gora Ozkan.    EDENE    Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet were bicihanîn.