Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin 2021-07-20 11:56:58   ANTALYA - Ecrîn Keskîn a du salî ku duh li navçeya Serikê winda bûbû, li bin pirek li ser Newala Beşgoz hat dîtin.    Ecrîn Keskîn a 2 salî duh li taxa Kadriye ya navçeya Serîka Antalyayê dema li ber deriyê malê dileyîst, winda b3ubû. Malbatê agahî da tîmên polîsan, tenduristiyê û AFAD’ê û li ser gengaz e ku ketibe Newala Beşgoz, li vir lêgerîn hat destpêkirin. Di lêgerîna hat kirin de zaroka biçûk di bin pirek li ser Newala Beşgoz de hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga nexwşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.