Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê 2021-07-19 16:44:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya dibin rêveberiya qeyûm de, xirbe rijandin Gola Wanê.    Wesayîtên kar ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya dibin rêveberiya qeyûm de, kavil û xirbe rijandin Gola Wanê. Li medya dijîtal, li dijî vê rewşê bertek hatin nîşandan. Liser bertekên zêde bûn, wesayîtên kar ji  herêmê veqetiyan. Li cihê ku kavil û xirbe hatin rijandin, hevjînê Serokkomar Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan, di 1’ê Hezîranê de, tesîsa parzûnê ya biyolojîk vekiribû.