Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin 2021-07-19 15:05:12   NAVENDA NÛÇEYAN – Pasdarên Îranê, li Niqteya Kontrolê ya Saqiz a dikeve navçeya Çaldiran a li ser sînorê Îranê, 5 kolber rawestandin, tazî kirin û dûre îşkenceyek giran li wan kirin.   Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê aşkere dike û dike belge, bûyera îşkencê ya li ser xeta sînor li koberan hat kirin, ragihand. Li nêzî gundê Îsa Golik a li ser xeta sînor a navçeya Çaldiranê ya Îranê, 5 kolber li Niqteya Kontrolê ya Saqizê ku dibin fermandariya kesê bi navê Sadikzade de ye hatin rawestandin û îşkenceyek giran li wan hat kirin. 5 kolberên bi navê Cemal Hesenpûr, Baran Hesenpûr, Hiseyn Feyrûzî, Welî Muqîmî û Hemîd Abdullahzade, li niqteya kontrolê kincên wan ji wan hatin xistin û bi awayekî herî giran hatin îşkencekirin.    BÛYER VEGOTIN   Koberan di vîdeoyên kişandin de, tiştên hatin serê wan vegotin. Kolberan, diyar kirin ku pastaran ewil destûr dan wan ku derbas bibin, lê  dûre hatin rawestandin û îşkence bi wan kirin. Di dîmenan de, tê dîtin ku hin kolberên îşkence li wan hatine kirin, tenê dikarin bi alîkariya hevalên xwe bimeşin.   Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê; kolber Hemîd Abdullahzade yê ji ber îşkenceyê bi giranî birîndar bibû li Nexweşxaneya Qamer Benî Haşim a li Makoyê û 4 kolberên din jî, li Nexweşxaneya Çaldiranê tên dermankirin.