Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin 2021-07-19 13:42:18 ÎZMÎR - ÎHD, OHD, ÇHD û TUHAY-DER’a Egeyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çakal û gotin her ku diçe rewşa wî giran dibe û xwestin demildest were berdanê.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yên şaxên Îzmîrê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya Egeyê (Ege-TUHAY-DER) li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çakal (68) ê li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R tê ragirtin.    'DIVÊ DEMILDEST WERE BERDANÊ'    Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku Çakal 27 sal in girtî ye û bi gelek nexweşînên giran re rûbirû ye û her ku diçe rewşa wî giran dibe. Çîçek da zanîn ku penceşêra mîdeyê di Çakal de hatiye tespîtkirin û nexweşxaneyê ji bo Çakal rapora dikare di girtîgehê de bimîne daye. Çîçek anî ziman ku divê bêyî tu hêcet were nîşandan tedawiya Çakal were kirin û neberdana wî li dijî hiqûqê ye û wî terkî mirinê kirine. Çîçek diyar kir ku girtiyê nexweş Çakal gelek zeîf bûye û pirr nexweş e û li gel vê yekê jî wî dernaxin cihê bêhnvedanê ku hewa bistîne. Çîçek bang li rayedaran kir ku demildest Çakal were berdan û di çavdêriya malbatê de were tedawîkirin.