Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin 2021-07-19 12:56:06       MÊRSÎN - Serokê CHP’a Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê Ahmet Serkan Tuncer bi hêceta ku “heqaret li serokkomar kiriye” hat binçavkirin.    Di kontrola rê de Serokê CHP’a Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê Ahmet Serkan Tuncer ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Tuncer bi hêceta “heqaret li serokkomar kiriye” hatiye binçavkirin û piştî îfadeyên li emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin.    Parlamenterê CHP’ê Alpay Antmen binçavkirina Tuncer li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand û got: “Qeda li zilma we bikeve. Em li cem serokê navçeya xwe ne.”