Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin 2021-07-19 09:01:55 MELETÎ - Kana madenê ya ku berî 20 salan li taxa Dedeyazî ya Elewî lê dijîn hat avakirin, jiyana zindî tune dike. Darên mişmişan ji ber tozê hişk dibin. Xaniyên welatiyan jî ji ber wesayîtên tonaja giran zirarê dibînin.  Tesîsa Dewlemendkirina Bêjandina Şikandin û Kana Hêsin, di sala 2001’an de li Taxa Dedeyazi ya girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê hat avakirin. Ev tesîs bandoreke mezin li jiyana zindî ya herêmê dike û her ku diçe têk dibe. Di heman demê de xebatên kana madenê tesîreke neyînî li gundan dike û zirara herî mezin jî dide Gundikê Yellî Gedikê. Xirbeyên ji kanê tên derxistin, bi kamyonên erdhezandinê ji nava gundik tên derxistin. Ji ber derbasbûna komyonên barên giran, gelek malên gundiyan zirar dîtine û bi sedan darên mişmişan di  nava tozê de mane.    BAX Û BAXÇEYÊN WAN TUNE BÛN    Kazim Ocal, diyar kir ku ew bi qasî 400 salane li gund dijîn û debara xwe bi cotkirina axê dikin. Ocal, anî ziman ku ji sala 2001’an ve madenê 4 dest guhertin û wiha axivî: “Niha şîrketa bi navê Serhat Madencîlîk kanê di xebitîne. Xirbeyên ji kanê derdixin, bi kamyonên hafriyetê, di nava gundê me re derbas dikin. Ji ber toza kamyonan darên mişmişan hişk bûn. Herî dawî em neçar man ku daran bibirin. Em debara xwe bi mişmişan dikin. Em neçar man ku niha debara xwe qut bikin. Ji ber ku ji ber vê rewşê em nikarin hilberî bi dest bixin. 120 darên min hebûn. Min salê 5 ton mişmişên hişk bi dest dixist. Lê hemû ji ber vê tozê hişk bûn. Dîsa darên mişmijê yên din jî hişk bûn. Baxçeyê min ê 25 salan tune bû.”   GANDORA ERDHEJÊ   Ocal, da zanîn ku têkildarî hişkbûna daran wî li dozgeriyê gilî kir û wiha got: “Çandiyar anîn vê derê. Gotin dar ne ji ber tozê hişk bûne, lê zirara wê çêdibe. Gotin di nava rojê av didin. Belê bi trektorekê rê av didin, lê di vê germe de piştî nîv saetê rê cardin ziwa dibe û toz radibe. Qaşo navê vê jî kirine avda rê. Rê diber mala min re derbas dibe. TIR’ên 60 tonî di nava gund re derbas dibin. Her ku ev TIR derbas dibin malên me dihejin. Weke ku erd biheje. Me ev rewş ji qeymeqamtiyê re jî got, lê tiştek nekir. Serlêdana me ji ber rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) a ku ji kanê re hatiye dayîn, nehat qebûl kirin. Ji ber ku rapora ÇED’ê heye, vê rewşê guncaw dibînin. Em hemû ji toza kanê bandor dibin. Me bertek nîşan da û rê girt. Lê fermandarê qereqolê em hişyar kirin û got bi rêyên qanûnî li mafê xwe bigerin. Me bi rêyên qanûnî jî li mafê xwe geriya, lê tiştek derneket holê. Hemû daxwazên me hatin red kirin.”    ‘HEYWANÊN ME GIHA PEYDA NAKIN’   Îmam Şevkî Ocal ê 73 salî jî, dest nîşan kir ku ew ji ber kana madenê bi her awayî zirarê dibînin û wiha got: “Ji ber toz û dûmanê em nikarin li ber malên xwe rûnin. Rojê 10 -20 kamyon derbas dibin. Em li vê derê heywanan xwedî dikin. Heywanên me jî bi bandor dibin. Ev di vî emrê xwe de li dû heywanan baz didim. Hemû giha dibin toz. Ji ber vê heywan giha nabînin. Hin caran pir kêm mîne ku kamyon li pezê min bikin. Em her roj vê tozê nefes digirin. Toz zirarê dide her tiştî. Rêya ku di gund re derbas dibe, ne rêya kana madenê ye.”   DERBARÊ KANA MADENÊ DE    Li Taxa Dedeyazi ya ku Elewî lê dijîn, xebatên derxistina metala hêsin di sala 2001’an de bi destê kesekê dest pê kir. Dûre şîrketa bi navê Madenvaniya Martût ket dewrê û heya sala 2008’an nefermî xebitand. Di rapora  ÇED’ê ya sala 2008’an de, hat diyar kirin ku kan 750 metreyan ji gund dure, lê di rastiyê de kan tenê 100 metreyan ji gund dûre. Dîsa di raporê de, ava vexwarin û avdanê ya li qadê tune hat hesibandin. Di duyemîn rapora ÇED’ê ya hat amadekirin de, hat destnîşan kirin ku di sala 2009’an de, kêmasiyên hebûn hatine temamkirin. Ligel ku xebatên dewam dikirin di sala 2015’an de hat rawestandin jî, şîrketa kuu îro di sala 2017’an de, kan dewr girt, xebatên xwe berdewam dike.   BIRYARA WALÎTIYÊ ŞAND ŞÛREYA DEWLETÊ   Niştecihên gund li ser vê yekê, li dijî raporên ÇED’ê li Dadgeha Îdarî ya Meletiyê doz vekirin û di dozê de qezenc kirin. Lê fîrmayê dosye şand Şûreya Dewletê. Şûreya Dewletê, yek ji du raporên ÇED qebûl kir. Li ser vê yekê li kanê cardin dest bi xebatê hat kirin. Şirketê, di sala 2018’an de, ji bo ku qada xebatê ya 24 hektarî derbixe 80 qatan, projeyek nû pêşkêşî rapora ÇED’ê kir. Gundiyan, di 30’ê Îlona 2020’an de, li dijî rapora ÇED’ê ya nû, li Dadgeha Îdarî ya Meletiyê doz vekirin. Di dozê de, biryara “6034 ÇED Erênî” li dijî hiqûqê hat dîtin. Lê Walîtiya Meletiyê û Madenvaniya Mîr Serhat li dijî vê biryara dadgehê, doz ji nû ve şand Şûreya Dewletê. Niha jî Madenvaniya Mîr Serhat bi awayekê aktîf xebata xwe ya madenê bi rêve dibe.   MA / Bariş Polat