Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû 2021-07-18 18:55:01 ENQERE – Li gorî rapora Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHV’ê, hejmara jinên ku gotin îşkence li wan hatiye kirin, ji sedî 10 zêde bûye. Li gorî rapora Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), par li Tirkiyê, hejmara serlêdanên bi îdîaya îşkence û muameleyên xirab, li gorî rêjeya sala 2018’an ji sedî 11 û hejmara jinên ku gotin îşkence li wan hatiye kirin jî, ji sedî 10 zêde bûye. Li gorî raporê, di sala 2020’an de, 205 jinên ku gotin ‘îşkence li min hatiye kirin’ serî li TÎHV’ê dan. Di îşkenceyê de, asta temen gehişt 36-33’yan. Rêjeya kesên ku gotin îşkence li wan hatiye kirin û bê karin, derket ji sedî 68 û 73’yan. Hejmara kesên ku gotin bi îşkenceya zayendî re rû bi rû man jî, derket ji sedî 27 û 44’an.