Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê 2021-07-18 14:21:06 ŞIRNEX - Hatîce Baykara ya ducanî ku polîsan bi ser mala wê de girt û lêda wiha got: “Bi qûndaxa sîlehê li pişta min dan. Bi porê min girtin û min avêtin erdê. Ez ê giliyê polîsan bikim.”  Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê di 16’ê tîrmehê de polîsan bi ser mala Hatîce Baykara ya ducanî ku 8 mehî ne de girtibû û lêdabûn. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Baykara da û bi porê wê girtibûn û avêtibûn erdê.  Baykara ji ber îşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çû û xizmên wê ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, ji nexweşxaneyê derket.    BI QUNDAXA SÎLEHÊ LI MIN DAN    Baykara tişta ku di serdegirtina polîsan de pê re rûbirû maye ji ajansa me re vegot. Baykara anî ziman ku nêzî 20 polîsan serê sibehê bi ser mala wê de girtine û wiha got: “Li derî dan. Camên me şikandin. Min çawa derî li wan vekir, bi porê min girtin û min avêtin ser wan camên şikestî. Min ji wan pirs kir got çi dibe. Gotin ‘hiş be neaxive’. Min xwest ez rabim ser pêya, lê bi qûndaxa sîleha xwe li min pişt amin dan. Zarok tirsiyan û qîr dan xwe. Min got çima hûn zirarê didin min û çima zarokên min ditirsînin. Hem l imin dan hem jî me tirsandin. 4 zarokên min tirsandin.”    SÎLEH XISTIN SERÊ MIN    Baykara destnîşan kir ku polîsan sîleh xistiye serê wê û got: “Heta ku lêgerîna malê qediya, polîsan sîleh ji serê min dernexistin. Heta ku lêgerîn qediya, berê sîlehê li ser min bû.”   ÇAWA ZAROK JI BER TE NEÇÛYE?   Baykara da zanîn ku di kêliya serdegirtinê de êşên wê zêde bûn û ketiye erdê û wiha got: “Piştî polîs çûn, me bangî polîsan kir. Min birin nexweşxaneyê. Doktoran pirsa ‘çawa zarok ji ber te neçûye, pirr li te dan?’ ji min kirin. Min ji doktoran re got ez ê giliyê polîsan bikim û lewma rapor bo min amade kirin.”    GILIYÊ POLÎSAN KIR    Baykara got piştî ew ji nexweşxaneyê derketiye çûye Miduriyeta Polîsan giliyê wan polîsan kiriye û got: “Rapora nedan destê min. Ji min re gotin polîsan daye dogeriyê. Ez bi tena serê xwe li malê bûm û pirr tirsiyam. Heta dawiyê ez ê giliyê wan bikim. Dibû zarok ji ber min biçûya.”    MA / Mujdat Can