Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin 2021-07-18 11:55:14 RIHA - “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 132’yemîn de ye û Malbatê got li dijî hiqûqa serdestan ew ê bi ser bikevin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin. Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Ferît û Fadil Şenyaşar ji bûyerê rizgar bûn. Fadil ji 2018’an ve girtî ye. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo doza wan edalet pêk were bi daxwaza “Edaletê” 132 roj in çalakiya nobetê li dar dixin. Malbat ji berk u dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Berxwedana Bogazîçiyê bi ser ket. Wekîlên gel bi ser ketin. Mafdar û biryardar bi ser ketin. Dinya hemû dizane ku malbata Şenyaşar jî mafdar e. Doza malbata Şenyaşar doza rûmetê ya her kesî ye. Helbet wê têkoşîna me li dijî hiqûqa serdestan bi ser bikeve.”