39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin 2021-07-18 10:26:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê 39 roj in agahî ji Nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser ku ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li Balefirgeha Hewlerê hatibûn binçavkirin nayê wergirtin.    Hêzen PDK'ê, di 10'ê hezîranê de Nûnerê PYD'ê yê Hewlerê Mistefa Osman Xelîl û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen û Endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo peşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn Balefirgeha Hewlerê ya Navneteweyî binçav kiribûn. 39 roj in bi tu awayî agahî ji Xelîl, Hesen û Mistê nayê girtin. PDK'ê, derbarê binçavkirina her sê siyasetmedaran de PYD'ê û Rêveberiya Xweser agahdar nekiriye.    Her çiqas bang li PDK'ê tê kirin jî lê ev bang bêbersiv tên hiştin.