Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû 2021-07-17 16:52:45   MÛŞ - Biryara nepeniyê danîn ser dosyaya zarokê 12 salî M.H.Y. ku hatibû angaştkirin li qurseke Quranê ya li Mûşê întihar kiriye. Baroyên Amed û Mûşê, bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku wê bûyerê bişopînin.    Hatibû angaştkirin ku zarokê 12 salî M.H.Y. li Qursa Quranê ya "Medreseya Hederiyan" a li taxa Karşiyaka ya Mûşê întihar kiriye. Du roj piştî angaşta întîharê li nexweşxaneyake Xarpêtê jiyana xwe ji da. Derbarê vê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Biryara nepeniyê danîn ser dosya lêpirsînê. Baroyên Amed û Mûşê, bi daxuyaniyek hevpar a nivîskî ragihandin ku wê bûyerê bişopînin.