YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir 2021-07-17 15:34:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtburoya YNK'ê, hemû rayeyên hevserokatiya Lahor Şêx Cengî dewrî Bafil Talabanî kir.    Krîza di navbera Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de hê jî bi dawiya nebûye û didome. YNK'ê encama civîna xwe ya ku di 15'ê tîrmehê de kir bi raya giştî re parve kir. Bi erêkirina hemû endamên polîtburoyê hemû rayeyên Lahor Şêx Cengî jê hatin wergirtin û dewrî Bafil Talabanî hatin kirin.    Biryara Polîtburoya YNK'ê wiha ye:   * Heta ku rêzikname bê guhertin Hevserok Lahor Şêx Cengî hemû rayeyên xwe dewrî Hevserok Bafil Talabanî dike.    * Ev biryar roja ku bê dayîn wê bikeve meriyetê.    Her du hevserok ji bo çareserkirina pirsgirêkê 3 caran li hev civiyan û herî dawî jî bi polîtburoya partiyê re hevdîtin kirin.    Di 8'ê tîrmehê de Bafil Talabanî û Qûbat Talabanî, bi biryarekê serokê îstixbarat û Rêxistina Têkoşîna Bi Terorê re guhertin. Ev rewş rê li ber acizbûna Lahor Şêx Cengî vekir.