Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da 2021-07-17 13:42:31   STENBOL - Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriyê Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Malbatên hersê girtiyên li cem Ocalan tên ragirtin jî serlêdan kirin. Birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran bi wesîleya Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    HEVDÎTIN NÎVCO MABÛ   Cara yekem Ocalan di 27’ê nîsana 2020’an de ji bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Cara duyem jî di 25’ê adara îsal de Mehmet Ocalan pê re bi Ocalan re axivîbû û axaftina telefonê di nîvê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve agahî ji Ocalan û girtiyên li cem wî nayê wergirtin.