Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin 2021-07-17 09:20:20 WAN - Li Taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê, zarok jî di nav de gelek kes ji ber emel, verişandin û dewxê rakiribûn nexweşxaneyê. Hat tespîtkirin welatî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketine. Welatiyan xwest demildest av bê paqijkirin.    Li Taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hefteyeke piranî zarok bi sedan welatî ji ber sincirandina laş, emel û verişandinê çûn nexweşxaneyê. Sedema nerihetiya welatiyan ji ber ava vexwarinê ye û hê jî Îdareya Av û Cihokan a Wanê (VASKÎ) ji bo vê tiştek nekiriye.    KÎ VEDIXWE NEXWEŞ DIKEVE   Şêniya taxê Behîce Abî, anî ziman ku ji ber avê bi jehrê ketin û got: "Emelê me çû, em verşiyan û laşê me sincirî. Bijîşkan got, ji ber avê ye. Me salix da şaredariyê. Test kirin, lê tiştek negotin. Tu dibê qey ava cilan bera nav avê dane. Tahm û bêhnek wisa jê tê."    ŞAREDARÎ TIŞTEKÎ NAKE   Hulya Bor jî diyar kir ku zarokên wê yên ava mislixê vexwarine nerihet bûne û got: "Du roj in telefonî şaredariyê dikim. Tên, mêze dikin û diçin. Tiştekî nakin. An em diçin ava hazir dikirin an jî em ava dawerivandî vedixwin. Bila tiştekî bikin. Em dixwazin ava me paqij bikin. Bila ji Xwedê bitirsin, zaro û zêç tev de jehrî dibin."    Nadîde Sezek jî anî ziman ku bi vê avê destnimêj girtiye û ser çavê wê û destên wê sor bûne û got: "Min destnimêj girt, serçavê min sor bû. Min av vexwar nerihet bûm. Zarokên tax hemû nexweş ketin. Çend roj e, em ava hazir dikirin. Bila vê meseleyê çareser bikin."    Safiye Sezek jî destnîşan kir ku rayedar tên taxê lê guh li pirsgirêkên wan nakin û tiştekî ji wan re nabêjin û got: "Ji ber vê avê ser çavê me û destên me sor bûn. Ez ava hazir ji bo zarokên xwe dikirim. Tenê ne zarok, mezin jî nerihet dibin."    Pîroze Bor jî bilêv kir ku dê giliyê berpirsiyaran bike û xwest çareyek bê dîtin.