ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-17 09:00:14 * Sewalvanan anîn ziman ku Bazara Qurbanê sekan e û kes heywanan nakire. Sewalvanan destnîşan kir ku mirov perîşan bûne û aborî ji binî de hilweşiyaye.  * DAIŞ'ê ku li Kobaniyê têk şikiya bû, di sala 2015'an de li Pirsûsê ciwanên ku xwestibûn ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hedef girtibû û di vê êrîşê de 33 mirov jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor şahidê komkujiyê Mehmet Koştî, piştî êrîşê heger bi zanebûnê dereng mudaxileyî birîndaran nehata kirin, dibû ku ew qas kes jiyana xwe ji dest nedana.    * Matias Balci, behsa çîroka kulîçeya suryaniyan kir ku di demên dawî de li Mêrdînê pir tê ecibandin.    * Ji Platforma Biratiya Robaran Osman Guvenalp, Fatsa bûye hedefa "cinayetên hawirdorê" û li dijî talankirina xwezayê îşaret bi têkoşîneke kiryarî û hiqûqî kir.    * Dê Gelî û newala Êwilê di bin ava bendava "ewlehiyê" de bimînin.    * Li Taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê, zarok jî di nav de gelek kes ji ber emel, verişandin û dewxê rakiribûn nexweşxaneyê. Hat tespîtkirin welatî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketine. Welatiyan xwest demildest av bê paqijkirin. û   * Mûsa Pîroglû yê HDP'î diyar kir ku îqtidar sirf ji bo li ser pêyan bimîne êrîşê dibe ser partiya wan û got: "Heger dilê me û xelasiya ji vê îqtidarê hebe, kesên dixwazin tenê di dema sindoqan de bên cem me, divê niha bên."    * MEBYA-DER 2'yemîn Kongreya Asayî li Tesîsên Demîrokê li dar bixe. (10.00)   * ÎHD wê li Navenda Giştî û Şaxa ÎHD'a Stenbolê derbarê salvegera 35'emîn de daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 851'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Parêzvanên mafê mirovan li Enqere û Stenbolê wê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Aydinê wê bi beşdarya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Aydinê serdana esnafan bike û bi rêxistinên civakî re bicive û hevdîtina gel li dar bixe. (13.00-20.00)   * Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li Silopiya bi şiyara "Dem dema azadiyê ye" li Parka Newrozê şahî were lidarxistin. (17.00-23.00)