Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand 2021-07-16 15:51:44   ENQERE - Piştî biryara darazê ya derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de li Meclîsê hat xwendin, parlamenteriya wî lê vegerandin.    Desteya Giştî ya Meclîsê bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Nîmetullah Erdogmûş civiya. Biryara darazê ya derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de dabû hat xwendin. Parlamenteriya Gergerlîoglû ku di 17’ê adarê de li Meclîsê hatibû betalkirin, dîsa lê hat vegerandin. Gergerlîoglû piştî 4 mehan dîsa hat Meclîsê û wê dikaribe dwezîfeyên xwe yên qanûnçêkirinê berdewam bike.