ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin 2021-07-16 14:56:59   MÊRSÎN - Komîsyona Jîngeha Kedê ya ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên maf ên kedkarên şaredariyên li Mêrsînê parve kir û got dê bibin şopdarê pêvajoyê.    Komîsyona Jîngeha Kedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê têkildarî binpêkirinên mafê karkerên şaredariyên li Mêrsînê pê re rûbirû dimînin li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberê ÎHD’ê Battal Gazî Încî da zanîn ku dubendiya siyasî ya li welat sîrayetî ser rêveberiyên xwecihî jî kiriye û karker û kedkarên li şaredariyên Mêresînê bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane serî li komeleya wan dane û kedkar bi pirsgirêkên pir cidî re rûbirû ne.    Încî binpêkirinên mafan ên ku karker û xebatkarên şaredariyan wek zext li wan tên kirin, cezayên dîsîplînê, gilîkirina hev a karkeran, sepanên mobbîng  re rûbirû mane rêz kir û anî ziman ku ew ê pêvajoyê ji nêz bişopînin û rê nedin mexdûrkirina karkeran.