Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?' 2021-07-16 09:08:27 MÊRDÎN - Li Dêrikê li nav erdên hin cerdevanên berê gelek çek, demançe, tiving, êlekên şer û fîşekên çeka bi marka Bixi yên di envantera TSK'ê de qeydkirî hatin dîtin.  Di 13'ê Hezîranê de li navçeya Dêrik a Mêrdînê malbateke ku ew û hin cerdevanên berê ne li hev in, îxbara cerdevanên berê kiriye. Piştî îxbarê eskeran avêtiye ser mal û eraziyên cerdevanên berê. Di lêgerînê de gelek çek, fîşek, êlekên şer, dûrbîn û şarjor ên di bin erdê de hatine veşartin hatine dîtin. Ji ber vê 13 kes hatine binçavkirin. 9 kes piştî 10 rojan bi şertê kontrola edlî hatine berdan û kesên din jî 4 rojan di girtîgehê de mane û hatine berdan.    CEBILXANE HAT DÎTIN    Li gor zabitnameyên derbarê bûyerê de hatine amadekirin, di lêgerînê de 2 G-1, G-3 A4'ek û M13'yek ên li ser envantera Hêzê Çekdar ên Tirk (TSK) qeydkirî hatine dîtin. Ji xeynî vana di lêgerînê de 5 heb keleşkof, mawzerek, 3 demançe, 9 tiving, 8 êlekên şer, gelek dûrbîn, 56 şarjor û fîşekên çeka bi marka Bixi hatin dîtin. Di lêgerînê de bi giştî 804 heb fîşek hatine dîtin.    Di zabitnameyan de hejmara rêzê ya li ser çakan hatiye tomarkirin. Di zabitnameyan de ev agahî hatine tomarkirin:   "*Di nav zeviya genim de; keleşkofek hejmara wê ya rêzê jê çûye û li rojavayê heman cihî G-1'ek hejamara wê ya rêzê 202330 û çekek wekî M13'an ku hejmara wê ya rêzê M31175    * Li devereke biqelaç ku 125 metre dûr; G-1'ek hejmara wê ya rêzê 1472046    * Di nav zeviya genim de, 345 metre li bakurrojavayê li devereke biqelaç de; G-3 A4'ek hejmara wê ya rêzê 6518613    * Bi qasî 144 metreyan li rojavayê heman cihî, di nav zeviya genim de, li cihekî biqelaç deÎ keleşkofek hejmara wê ya rêzê 1983SL31925, keleşkofek hejmara wê ya rêzê 56-1 26067495, kelekofek hejmara wê ya rêzê jê çûye, tivingên hejmara wan a rêzê 59499 û tivingek mawzerî ya hejmara wê ya rêzê 7175 hatine dîtin."    EV, EW ÇEKÊN WINDA NE?    Ev çek, çekên ku hatibûn gotin piştî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an hatine belavkirin û paşê nehatine berhevkirin û li nav raya giştî wekî "çekên winda" hatibûn nîqaşkirin, tîne bîra mirov.    Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi "biryara veşarî" tê birêvebirin.    MA / Ahmet Kanbal