Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin 2021-07-15 16:36:30   MÛGLA - 3 kesên din jî ji ber êrişa çekdarî ya li dijî avajiya HDP'ê ya Marmarîsê hatin binçavkirin.    Duh di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Marmarîsê ya Mûglayê êrişa çekdarî pêk hatibû. Têkildarî xesara êrişê îfadeyên Hevserokê HDP'ê yê Marmarîsê Guven Goknar hatin girtin û giliya êrişkar kir. Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin wergirtin di çaroveya lêpirsînê de bi êrişkar A.T.D. re 3 kesên din jî hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine girtin yek jê xal yek ji wan hevalê êrişkar A.T.D. û yek ji wan jî ajokarê texsiyê ye. Her sê kesên ku hatin binçavkirin wan birin Miduriyeta Polisan a Mûglayê û derbarê wan de binçavkirina 4 rojan heye.